Îro 25emîn salvgera Qetlîama Sêwasê ye. 25 sal beriya niha li Sêwasê gelek jê nivîskar û hunermend 33 sê kes li Hotela Madimakê hatibûn şewitandin.
2yê Tîrmeha 1993yê li Sêwasê Bernameya Çandê ya Pir Sultan Abdal hatibû organîzekirin. Ev bernameya ku bi piştgiriya Wezareta Çandê û Walîtiya Sêwasê wê bihata çêkirin, rastî êrîşa bi sedan kesan hat. Êrîşkaran sloganên weke "Wê Sêwas ji laîkan re bibe goristan" berz dikirin. Li gorî êrîşkaran, beşdarên bernameyê heqaret li ola Îslamê û li Pêxemberê wê kirine û ji ber wê êrîş birine ser wan.
Beşdarên bernameyê ji ber êrîşê di Hotela Madimakê de asê mabûn. Êrîşkaran agir bera hotelê dabûn û di encamê de 33 jê beşdarvanên bernameyê, du jê karkerên hotelê, du jî êrîşkar, bi giştî 37 kes miribûn.
Di heman êrîşê de 14 jê polîs, 65 kes birîndar bûbûn, 40 kes jî bêyî derbê bixwin rizgar bûbûn. Nivîskarê navdar Aziz Nesin jî yek ji wan bû ku birîndar bûbû di dema êrîşê de.
Hozan Muhlis Akarsu, helbestvan Metin Altiok, Behçet Aysan, nivîskar û lêkolîner Asim Bezirci jî tê de kesên ku di dema şewatê de mirine ev bûn:
Muhibe Akarsu – (35 salî, mêvan) , Muhlis Akarsu – (45 salî, hunermend) , Gülender Akça – (25 salî, hunermend) , Metin Altıok – (52 salî, helbestvan, nivîskar) , Ahmet Alan – (22 salî, hunermend) , Mehmet Atay – (25 salî, rojnameger) , Sehergül Ateş – (30 salî, hunermend) , Behçet Aysan – (44 salî, helbestvan) , Erdal Ayrancı – (35 salî, derhêner) , Asım Bezirci – (66 salî lêkolîner, nivîskar) , Belkıs Çakır- (18 salî, hunermend) , Serpil Canik –(19 salî, hunermend) , Muammer Çiçek – (26 salî, aktor) , Nesimi Çimen – (67 salî, helbestvan, hunermend,) , Carina Cuanna – (23 salî, Rojnamegera Hollendî) , Serkan Doğan – (19 salî, hunermend) , Hasret Gültekin – (23 salî helbestvan, hunermend), Murat Gündüz - (22 salî, hunermend) , Gülsüm Karababa –(22 salî, hunermend) , Uğur Kaynar – (37 salî, helbestvan) , Asaf Koçak – (35 salî, karîkaturîst) , Koray Kaya – (12 salî, zarok) , Menekşe Kaya – (17 salî, hunermend) , Handan Metin – (20 salî, hunermend) , Sait Metin –(23 salî, hunermend) , Huriye Özkan – (22 salî, hunermend) , Yeşim Özkan – (20 salî, hunermend) , Ahmet Öztürk – (21 salî, karkerê hotelê) , Ahmet Özyurt – (21 salî, hunermend) , Nurcan Şahin – (18 salî, hunermend) , Özlem Şahin – (17 salî, hunermend) , Asuman Sivri – (16 salî, hunermend) , Yasemin Sivri – (19 salî, hunermend) , Edibe Sulari – (40 salî, hunermend) , İnci Türk – (22 salî, hunermend) , Kenan Yılmaz – (21 salî, karkerê hotelê).
Hasret Gültekin û muzîka kurdî
Hasret Gültekin yek ji van kesan bû ku di hotelê de miribû. Gültekin weke stranbêjekî kurd ji Sêwasê bû û di wan salan de him albumên wî bi xwe hebûn him jî gelek albumên hunermendên din amade kiribû.
Di 16 saliya xwe de kaseta xwe ya yekê bi navê “Gün Olaydı” derdixe û bi vî awayî Hasret Gültekin dikeve nava jiyana stranbêjiyê, muzîkê. Lê Gültekin li gel muzîka bi tirkî bi mûzîka kurdî re jî eleqedar e û him bi xwe bi kurdî distirê him jî di amadekariya kasetan de roleke girîng dilîze.
Di sala 1990î de ji ber qedexeya li ser zimanê kurdî, kasetek bi navê Newroz amade kir lê di vê kasetê de tenê muzîk hebû, yanê gotin tune bû. Bi vî awayî yekem car li Tirkiyeyê, destûra derxistina kasetek bi kurdî ji hêla dewletê ve hatibû dayin. Newroz piştî demekê û bi beşdariya Nilüfer Akbal û Riza Akkoç dîsa hate derxistin.
Di heman salê de pêşekî di amadekirina kaseta Şivan Perwerî ya bi navê Krîvo de kiriye.
Gültekin di 23 saliya xwe de li Hotela Madimakê hat kuştin.
Nesimi Çimen û strana Delal
Nesimi Çimen jî yek ji wan kesan bû ku li Hotela Madimakê hatibû kuştin. Çimen jî weke Hasret Gültekin kurd bû û li gel stranên tirkî bi kurdî jî stran digot. Ji Dêrsimê ye. Lê li gorî zanyariyan li Edeneyê ji dayik bûye.
Stranên wî yên bi kurdî ên li sir înternetê belav bûne Delal û Kilama Heval e.
Nesimi Çimen bi stranbêjiyê debara xwe kiriye û bi devoka Mereş, Qeyserî û wê derdorê stranên bi kurdî jî gotiye.
(FD)