Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Konyayê aşkere kiriye ku ji 10 kesên ji ber êrîşa li ser malbata Dedeoglûyê desteserkirî bûn, hatine girtin. Ji ber qetilkirina 7 kesên ji malbata Dedeoglûyî li Meramê, navçeya Konyayê, 14 kes hatibûn desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Konayayê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku xebatên zeftkirina bersûcê fîrarkirî dewam dikin. Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
"Di vê qonaxê de ji ber ku hîna delîl giş nehatien kom kirin, analîzên HTSyê dewam dikin, raporên krîmînal hîn temam nebûne û di raporên lêkolîna sîber de lêkolîn li ser materyalên dijîtal dewam dike, lêkolîna kamerayên cihên ku bersûc roja bûyerê lê ne û lêkolîna şahidan dewam dike û ji ber têkiliya wan a bi bergûmanê esas ê firarkirî yê biryara zeftkirina wî heye, dadweriya aştî û cezayan a nobedar bi tawana "kuştina bi zanebûn" biryara girtina A.Ç, V.K, Y.Ç, Z.A, A.K, A.K, İ.K, İ.A û R.Ç. daye, bergumanên din ên bi navê M.Ç, I. Ç, M.G û A.K jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî serbest bûne."
Di nava kesên hatine girtin de hevjîna Mehmet Altûnê gumanbarê fîrarkirî, Z.A, bavê wî I.A, dêya wî I.A û xwişka wî A.K hatine girtin.
Bixwîne-Li Konyayê êrişa nijadperest: 7 kes qetilkirine
Bixwîne-Sancar: Berpirsiyarê sereke yê vê komkujiya hov desthilat e
Bixwîne - Qetlîama li Qonyayê: Hejmara desteserkiriyan bûye 14
Bixwîne - Demîrtaş: Em xwe bispêrin wijdana hevpar ne hêrsê
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê de li Taxa Hasankoyê ya Meramê, navçeya Konyayê êrîşkaran bi çekan êrîşî mala Dedeoglûyî kiribû, heft kesên li malê bûn, kuştibûn. Paşê jî agir bera malê dabûn û reviya bûn.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tîmên agirkujiyê çûbûn malê. Piştî agir hatibû vemirandin cesedê Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoğû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû hatibû dîtin.
Di 12ê Gulanê de komeke nêzîkî 60 kesan êrîşî malbata Dedeoglû kiribû ku 24 sal in li heman taxê dijîn. Koma nîjadperest di dema êrîşê de gotibûn "Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn " û 7 kes ji malbatê bi giranî birîndar kiribûn. Piştî êrîşê 7 kes hatibûn desteserkirin lê 5 ji wan serbest bûbûn. (KÖ/FD)