Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî bertek nîşanî wê lîsteya daxwazan da ku ji 13 xalan pêk tê û welatên Erebî bi navbeynkariya Kûwêytê pêşkêşî Qetarê kiribû. Di nava lîsteyê de dihat xwestin ku Qetar baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qetarê jî bigire.
Qetarê lîsteya ku Erebistana Siûdiyê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Misrê û Bahreynê pêşkêş kiribû qebûl nekir.
Wezîrê Karên Derve yê Qetarê Şêx Mûhammed bîn Abdurrahman es-Sanî ji kanala Al Jazeerayê re axivî û got lîste ne “bimantiq û pêkan e”.
Wezîrê Karên Derve yê Mîrnişînên Erebî Enwer Gargaş jî roja şemiyê gotibû ku, heke daxwazên wan neyên qebûlkirin wê ev bê wateya “rêya wan ji hev qut bibe”.
Di vê navberê de Erdogan jî xala girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qetarê bi gotina “bêhurmetî” nirxand. Erdogan piştgiriya helwesta Qetarê jî kir. (EA/FD)