Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heft welatan biryar da têkiliyên xwe yên digel Qetarê betal bikin. Qetarê xwest kêşe bêne çareserkirin.
Erebistana Siûdiyê, Bahreyn, Emîrîyên Ereban yên Hevgirtî û Misirê duhî eşkere kiribûn ku “ji ber Qetar piştgiriya terorê dike” wan têkiliyên xwe yên digel wê betal kirine.
Îro wezîrê karên derve yê Qetarê Şêx Muhemmed bin Abdurrahman es-Sanîyî daxuyanîyek da.
Li gor nûçeyeka Reutersê wezîrî gortiye ew ê li hemberî kiriyarên hatîn kirin ti kiriyaran nekin.
BIXWÎNE: Rêya asîmanî ya Qetarê ji neçarî dê bi ser asîmanên Îranê re be
Li gor nûçeya BBCyê Misirê rêya hewayî ya welatê xwe ji bajafirên Qetarê re girtiye.
Erebistana Siûdiyê û Banhreynê jî duhî rêyên asîmanî ji bo balafirên Qetarê qedexe kiribû.
(EKN/MB)