Fotograf: AA
Lêkolîneran aşkere kirine ku dibe qeşayên li Okyanusya Arktîkê ango li Behra Bakurî heta sala 2050î bihelin û tune bibin.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Science Daily-yê hatiye weşandin, bi serpereştiya Dirk Notz, zanyarê îqlimê yê ji Zanîngeha Hamburgê ya almanî, ji 21 welatan saziyên cida beşdarî xebatekê bûne. Di vê xebatê de hatiye diyarkirin ku heke berbelavbûn ango emisyona karbonan bilez û rêjeyeke girîng bê xistin jî wê, dibe heta sala 2050î li Behra Qeşayê ya Bakurî havînan qeşa çênebe.
Nortzî diyar kiriye ku hete germahiya kurewî di bin pîleya 2yê de bê sekinandin jî di nava 30 salên dawiyê de ihtimaleke mezin wê qeşayên li Okyanusya Arktîkê di mehên havînê de bihelin.
Encamên vê xebatê li kovara “Geophysical Research Lettersê” hatine weşandin.
Heta roja îro jî qeşayên behre li Okyanusya Arktîkê di seranserê salê de jî nahelin. Her havîn ev qeşa kêm dibin lê di zivistanan de dîsa zêde dibin. (FD)
Çavkanî:AA