Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ajansa nûçeyan a Reutersê li gor agahiyên spartî qenala dewletê ya Sûriyeyê, ragihandiye ku hêzên dewleta Sûriyeyê dê di çend sietekê de li Efrînê bin.
Artêşa Sûriyeyê diyar kiriye ku ew ê siet 18.00 derbasî Efrînê bibe. Armanc ew e ku di vê hefteyê de hêzên Artêşa Sûriyeyê li 52 noqteyan bi cih bibin.
Bicihkirina artêşa Sûriyeyê
Şêwirmendekê rêveberiya kurdan, Badran Jia Kurd gotiye li noqteyên giring ên li dora Efrînê leşkerên Artêşa Sûriyeyê dê bêne bicihkirin.
Televizyoneka Libnanê ya bi navê Mayadeen ragihandiye ku YPG(Yekîneyên Parastina Gelî) û hikûmeta Şamê li hev kiriye. Li gor wê televizyonê ji beriya du rojan biryar hatiye dayin ku ji bo Efrînê leşker bêne şandin. (PT/MB)