Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qedrê Dolarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) şeva dî heta 4,80 Lîreyan bilind bû. Li ser vê yekê Borsa Istanbulê biryar da ji bilî hewceyîyên demkî ew ê hemî karên xwe bi Lîreyên Tirkan(TL) bikin.
Li gor daneyên Reutersê dayîn, şeva dî qedrê dolarekê herî zêde bûye 4.8450 TL qedrê Euroyan jî bûye 5,61 TL.
Li gor nûçeya Hande Firatê ya li rojnameya Hurriyetê hatî weşandin, wezîrê enerjî û çavkaniyên xwezayî, Berat Albayrakî gotiye:
“Ekonomiya Tirkiyeyê li ser bingehekê gelek saxlem e. Gelek zelal e ku [li dijî wê] operasyonek heye.”
(EKN/MB)