Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku biryara qedexeya derketinê ya li 42 gundên Amedê hatiye rakirin.
Di malpera fermî ya Walîtiyê de hatiye diyarkirin ku qedexeya derketinê ya li 42 gundên navçeyên Farqîn, Hezro, Karaz, Lice û Pasûrê 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê saet 21.00ê bi dawî bûye ku qedexe di 29ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê de dest pê kiribû.
Piştî qedexeyê li van gundan operasyon hatibû kirin:
Li Liceyê gundên Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Kutlu, Oyuklu, Türeli, Tepe, Budak, Dallıca, Sığınak, Kıyıköy, Çıralı, Kıpçak, Zümrüt û Damar;
Li Pasûrê gundên Kamışlı, Çukurca, Akbulak, Demirli, Bayırköy, Düzce, Temren, Güleç, Taşköprü û Barın;
Li Hezroyê gundên Gözebaşı, Sarıerik, Çitlibahçe, Meşebağları, Kırmataş, Terdöken û Kavaklıboğaz;
Li Farqînê gundên Dolaplıdere, Dağcılar, Mutluca û Çaldere;
Li Karazê gundên Boyunlu, Arkbaşi û Tepecîk. (AS/FD)