Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qedexeya derketina derve ya ji bo 4 rojan li 30 bajarên mezin û Zonguldakê detpê kir. Biryara qedexeyê wê ji 23yê Nîsanê heta 26ê Nîsanê berdewam bike.
Wezareta Navxweyî biryara qedexeyê û naveroka wê aşkere kiribû ku wê biryar li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizli, Amed, Erzirom, Eskişehir, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmir, Mereş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekirdag, Trabzon û Wanê û Zonguldakê pêk were.
Ji ber destpêka meha remazanê 23 û 24ê nîsanê rojên pêncşem û îniyê dê market ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin.
Di vê çarçoveyê de welatî (jibilî yên 65 salî û mezintir, herwiha 20 salî û biçûktir) ji bo dabînkirina pêdiwiyên zarûrî û bêyî ajotina wesayitan (kêmendam ne tê de) dê bikaribin biçin marketên herî nêzîk ên malên xwe. Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin.
Dê 25 û 26ê Nîsanê rojên şemî û yekşemê market bi temamî girtî bin.
Di rojên ku astengkirina derketina derve hebe firin û firoşgahên hevîremeniyê herwiha şêranîfiroş dê vekiribîn, û servîsê bo malan bikin. (RT/FD)