Fotograf: AA
Biryara qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn standin, piştî 48 saetan li 30 bajarên mezin û Zonguldakê bidawî hat.
Wezareta Navxweyî daxuyandiye û gotiye, "Qedexeya derketina derve ya ku di çarçoveya rênimayên Covid-19ê de hatibûn stadin, piştî 48 saetan li 30 bajarên mezin û Zonguldakê bidawî hat."
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye destnîşankirin ku li wîlayetên ku li wan qedexeya derketinê hatibû ragihandin, hema bêje tamamê 63 milyon û 640 hezar welatiyên me li malê man û bi rênimayê pabend bûn.
Di daxuyaniyê de spasiya welatiyên pabendê bi vê qedexeyê hat kirin û hat gotin ku di çarçoveya madeyên Qanûna Parastina Tendirustiya Giştî û yên TCKê de dê karûbarê îdarî derbarê 24 hezar û 88 kesên ku qedexeya derketina derve binqê kirin, hat kirin. Piştî xilasbûna qedexeyê derbarê kargehên ku lazime girtîbin û yên ku kirîn û firotinê ji wan bikin dê karûbarê edlî-îdarî bê kirin."
Çi bûbû?
Di 10ê Nîsanê de Wezareta Navxweyî biryare derxistibû û gotibû ku li 30 bajarên mezin û Zonguldakê heta 48 saetan derketina ji derve qedexe ye. Piştî ku ev biryar hate ragihandin, welatî ji bo pêdiviyên xwe heman rojê di saetên êvarê de derketibûn derve. Ev rewş bûbû sedema nerazîbûnan ku ji bo berîlêgirtina Covid-19ê dihate gotin bila herkes li malên xwe bimînin. Ji ber van nerazîbûnan Wezirê Navxweyî Suleyman Soyluyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kiribû ku wî dest ji kar berdaye. Lê Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê piştî vê zanyariyê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî biryara Soyluyî qebûl nekiriye û ew ê karê xwe qebûl bike.(FD)