Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TİHV) û Baroya Amedê 9 kes weke heyetek li Şirnexê dest bi lêkolînê kirin ku 240 rojan qedexeya derketina derve li vir pêk hatibû. Heyetê piştî ku lêkolînên xwe bi encam kirin raporek amade kirin.
Rapora ku îro bi raya giştî re hat parvekirin ji 22 rûpelan pêk tê. Di raporê de çavdêriyên di navbera 5 û 8ê Berfenbara 2016an de çêbûne cî digirin û cî didin nêrînên niştecihan û rayedarên herêmî.
Kronolojiya qedexeya li Şirnexê |
* Di wê demê de ku li navçeyên Şirnexê qedexeya derketinê û operasyonên leşkerî berdewam dikirin walîtiyê di 16ê Tebaxa 2015an de li navenda Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. * Walîtiyê her wiha çalakî û bernameyên li bajêr qedexe kir. * Walîtiya Şirnexê piştî 8 mehan qedexeya derketina derve bi awayê qismî rakir û ev biryar jî di 11ê Mijdara 2016an de di malpera xwe ya fermî de ragihand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe ji 14ê Mijdara 2016an û pê de her roj di navbera saet 05.00 û 22.00ê de hatiye rakirin. Di 8ê Sibata 2017an de saetên qedexeya derketina derve ji bo di navbera saetên 23.00 û 02.30ê hat guherandin. |
Di dema qedexeya derketina derve de çi qewimîn?
Di beşa çavdêrî û tespîtên raporê de hin nirxandin wiha ne:
* Piştî ku qedexe hat aşkerekirin gelek malbatên ku li Şirnexê dijiyan, ji neçarî terka bajêr kirin. Ji bo wan kesên ku ji neçarî ji bajêr derketin, walîtiyê ti cî nîşan neda, herwiha ti derfet ji bo pêdiviyên wan nehat pêşkêşkirin.
* Şirnexê li gel nas û dostên xwe yên li bajarên derdorê û li bajarên ku ji konan avakirine bi cî bûn.
* Hin malbat digel qedexe yê jî ji ber ku ti cî tune bû biçin li bajêr man. Lê piştî demekê li gelek deveran av û elektrîk qut bû û ji ber ku nema dikarîbûn pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin ew jî ji neçarî bajêr terk kirin.
Xweza û mîmariya bajêr wêran bû
* Di dema qedexeyê de digel hemû zehmetiyan kêm kes li wan ciyên ku pevçûn tune bû man.
* Piştî ragihandina qedexeyê hat ragihandin bajar ji hêla leşkeran ve bi top û çekên giran ve hat gulebarandin.
* Li hin taxên bajêr beriya qedexeyê xendek û barîqat hatibûn amadekirin, li hen taxan xendek û barîkat tune bû.
* Li bajêr hejmareke gelekî kêm esnafan dikanên xwe karîbûn veke. Hate dîtin ku gelek kargeh hatine şewitandin û rûxandin.
* Xwezaya bajêr, nebatên wê, taybetmendiyên wê yên dîrokî û mîmariya wê bi giştî wêran bû.
Tenê ji bo hêzên ewlekariyê xizmeta tenduristiyê hat dayin
* Beriya ku qedexeya derketina derve bê ragihandin xebatkarên tenduristiyê yên ku li bajêr kar dikirin, doktor, hemşîre, û wezîfedarên weke psîkologan bi wezîfeya demkî şandin bajarên derdorê. Tenê ji bo dermankirina hêzên ewlekariyê ekîbeke taybet a tenduristiyê anîn.
* Şer û pevçûn 85 rojan berdewam kir û piştî wê jî karê wêrankirinê hat berdewamkirin.
* Di vê demê de malbat di nava şert û mercên gelekî zehmet de xizaniyek û tunebunek mezin derbas kirin.
Trawmayeke giran a civakî
* Di serî de zarok û nexweş hemû gel trawmayek giran a civakî jiya. Bandora vê trawmayê hê jî berdewam dike. Hin kes newêrin biaxivin.
*Kesên ku nikarîbûn li hemberî zordarî û çewisandinê, xizanî û tunebûnê bisekinin neçar man ku koçber bibin.
Cenazeyên li bajêr
* Di derxistina cenazeyan de, rakirina wan, parastin, di karê otopsiyê de û binaxkirinê de hîna protokol bi cî nayê.
* Di dema ku qedexeya derketinê berdewam dike de gelek cenaze di goristina bêkesan de hatin veşartin.
* Derfet nedan ku malbat van cenazeyên li goristana “bêkesan” hatine binaxkirin li gorî daxwaza xwe veşêrin.
(AS/FD)