Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Şembem Korur Fincanci, Seroka Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî, Endamê Avakar ê Veqfa Ragihandinê ya İPSyê Tugrul Eryilmaz, yek ji avakarên bianetê doktor Mustafa Sutlaş û Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Endamê Komisyona Mafên Mirovan ê Parlamentorê Sezgin Tanrikuluyî piştî biryara girtina malperê, serdana bianetê kirin.
Fincanci, Yolerî, Eryilmaz û Tanrikuluyî di dema serdanê de piştgiriya xwe ji bo bianetê anîn ziman.
Prof. Dr. Korur – Fincanci: bianetê arşîveke fewqulade ava kiriye
Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Şembem Korur Fincanci: bianetê arşîveke fewqulade ava kiriye. Ji ber vê arşîva ku we ava kiriye balkêş e ku heta niha hûn çawa nehatine girtin. Di rastiyê de ez vê êrîşa derengmayî hinekî balkêş dibînim. Lê ti kes nikare ti kesî asteng bike. Ez dixwazim hûn bizanibin ku em li gel we ne.
Yolerî: Dixwazin dengê civakî bibirin
Seroka Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî: Em li dijî hemû êrîşan e ku li ser azadiya xweîfadekirinê tên kirin. Ev astengiya li ser bianetê hatiye kirin nayê qebûlkirin. bianet bi van nûçeyên xwe bûye bîra civakê. Bi vê biryarê re di eslê xwe de dixwazin ji ser bianetê re, dengê civakî bibirin. Em li gel hemû dezgehên çapemeniyê ne ku hatine girtin û astengkirin.
Eryilmaz: Kesên ku bi rastî jî rojnamegeriyê dikin nayên çewisandin
Endamê Avakar ê Veqfa Ragihandinê ya IPSyê Tugrul Eryilmaz: Bi van biryaran re, dibêjin ku belkî kesên bi rastî jî rojnamegeriyê dikin biçewisînin, lê nikarin.
Tanrikulu: Derbeyek li ser azadiya xweîfadekirinê ye
Sezgin Tanrikulu, Parlamenterê CHPyê: bianetê di nava 19 salan de di her warê mafên mirovan de bîrek ava kiriye. Di rojnamegeriya serbixwe de, li Tirkiyeyê destpêkeke girîng kiriye. Biryara girtina wê tê wateya êrîşa li ser vê têkoşînê û vê bîrê. Biryar ji bo azadiya xweîfadekirinê derbeyek e. Her weha dide xuyakirin ku daraz ne serbixwe ye.” (RT/FD)
Fotograf: Evrim Kepenek