Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Tehrana Îranê li ser rewşa Sûriyeyê “Civîna Pilebilindan” dê bê pêkanîn.
Bîrêvebira kampanyayên rojhilata navîn ya AMNESTYê(Rêxistina Bexişînê ya Navneteweyî) Samah Hadidê diyar kiriye ku “Qedera bi milyonan sivîlan girêdayî Civîna Tehranê ye.”
Hadîdê diyar kiriye ku hêzên herî mezin ên dikarin qedera şerê li Sûriyeyê biguherin Tirkiye, Îran û Sûriye ne.
“Di vî şerî de tiştê herî giring ew e ku divê sivîl bi awayekê bêhiqûqane neyên kuştin.
“Niho, li Idlibê 2 milyon welatiyên sivîl hene ji bilî wan 700.000 koçberên ji cihên dî yên wî welatî(Sûriye) koçî wî bajarî kirîn hene.
“Divê hêzên navneteweyî ji bo hemî alî guh bidin hiqûqa navneteweyî dest bi karî bikin.”
Idlib li kû ye?
60 Kîlometreyan nêzîkî Helebê ye. Li Başûrê Efrînê ye. Bajarê kevin yê bi navê Ebla li Idlibê ye. Ebla B.Z.(Ji beriya zayinê) 3 hezar salan hebûye û di salên 1800-1650 de bûye navendeka giring.
70 hezar çekdarên mixalif
*Tê texmînkirin ku niho li Idlîbê ji 70 hezaran zêdetir çekdarên mixalif hene. Texmînî 2 milyon sivîl hene.
Welatiyekê ji Idlîbê yê bi navê Omer Ebû Anas ji kovara TIMESê re gotiye.
“Vê carê divê mizakere neyêne kirin. Heta ketina çekdarê paşiyê jî divê şer bê kirin.”
Sûriye, Tirkiye, Rûsya
*Hikûmeta Sûriyeyê çekdarên xwe ji bo operasyoneka mezin li bakurê Sûriyeyê kom kirine. Rûsya, Tirkiye û Îranê ji bo piştgiriyê hêzên xwe rêkirine dora bajarî.
*Artêşa Sûriyeyê daye zanîn ku wê 10 keştîyên şerî û 2 keştiyên noq-av li Behra Spî di amadebaşiyê de ne.
Çekên Kîmyayî
Neteweyên Yekbûyî daye zanîn ku ji ber şerî bi milyonan kes dê koç bikin. Dibe ku koçber li ber sînorê Tirkiyeyê kom bipengin. “10 hezar terorîst dê beşdarî şerî bibin çêdibe artêşa hikûmeta Sûriyeyê û hêzên dî gaza klorê bi kar bihînin.”
12 noqteyên çavdêriyê
Artêşa Tirkiyeyê li herêma Idlibê 12 noqteyên çavdêriyê çêkirine.
(HA/MB)