Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Qaymeqamiya Kadikoyê bernameya çayvexwarinê ya Komeleya Piştgiriyê ya LGBTI+an Lambdaîstanbûlê qedexe kiriye.
Komele vê bernameyê bi salan e di bin navê “Tea&Talk” de li Stenbolê ji bo kesên bi ingilîzî diaxivin pêk tîne. Qaymeqamiya biryara qedexeyê şandiye kafeya ku wê îsal bername lê pêk bihata.
Lambdaîstanbûlê piştî ku bername qedexe bûye li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek weşandiye û gotiye:
“Qaymeqamiya Kadikoyê vexwarina me ya çayê qedexe kiriye. Bi salan e vê bernameyê bêyî ku pirsgirêkek derkeve em pêk tînin lê vê carê hate qedexekirin. Lê ew kesên ku dibêjin qey bi biryaren xwe yên qedexekirinê yên absürt wê bikaribin me asteng bikin, xwe dixapînin. Em ê bi birêxistinkirina Lambdaîstanbûlê ji bo vê carê li pêş ekranên xwe kom bibin û em ê çayê vexwin û sohbete bikin. Hûn dikarin ji bo vê bernameya xeter! Ji me re rasterast peyaman bişînin.” (EMK/FD)