Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qeymeqamiya Beyoglûyê biryara qedexekirina Meşa Şevê ya Femînîst a Stenbolê daye. Hatibû plankirin ku îro saet di 19.30an de meş li Taksîmê bê lidarxistin.
“Şîn û hêrsa me mezin e. Beriya Meşa Şeva Femînîst a 8ê Adarê ku wê bi banga "Em ê bi têkoşîna xwe ya femînîst û hevgirtinê li dijî ruxandina kapîtalîzma patriyarkal jiyana xwe ava bikin" pêk were, ji bo ku kes derbasî herêmê nebe xetên metroyê hatin girtin.”
Qeymeqamiya Beyogluyê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya înternetê ragihandiye. Qaymaqamiyê bi hêceta "Dibe ku aştî û aramiya civakî xera bibe" meş qedexe kiriye.
Her weha Qeymeqamtiya Navçeyê bi hinceta “ewlehiya netewî, nîzama giştî, pêşîlêgirtina sûc, parastina tendirustî û exlaq an jî maf û azadiyên kesên din” ên di qanûnê de ne çalak û meşên 8ê Adarê qedexe kiriye.
(EMK/AY)