Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Bexdaya paytextê Iraqê bi moşekan êrîş hatiye kirin û di êrîşê da Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û alîkarê serokê rêxistina Heşdî Şabiyê ya nêzikî Îranê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Iraqê da wiha hat gotin "Li gor agahiyên çavkaniyên çapemeniyê yên Heşdî Şabiyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Bexdayê li ser rêya balafirgehê di êrîşa dijî wesaîtên wan da hatin kuştin."
Rêvebiriya Iraqê ragihandibû ku li Balafirgeha Bexdayê û derdora wê bi moşekan êrîşa hatiye kirin.
Di êrîşa li Bexdayê da berpirsyarê Heşdî Şebiyê hat kuştin
Hat ragihangin ku di êrîşa li Bexdaya paytextê Iraqê bi fuzeyê birin ser balafirgehê da Mihemed Riza Cabiriyê Berpirsyarê Protokolê û Têkiliyên Gel ê Heşdî Şebiya hêza milîsên Şiî hat kuştin.
Li gor xeberên çapemeniya herêmî, fuzeyeke avêtin Balafirgeha Bexdayê li wesayîta Cabirî û mêvanên wî yên ji dervayê welêt hatibûn têda bûn ket. Cabirî û mêvanên wî di êrîşê da hatin kuştin.
Televizyona Îranê piştrast kir ku Qasim Suleymanî di êrîşa Amerîkayê da hatiye kuştin
Televizyona dewletê ya Îranê piştrast kir ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis li Balafirgeha Bexdayê ji ber êrîşa Amerîkayê ya dijî wesaîtên wan hatine kuştin.
Di nûçeya televizyona dewletê ya Îranê da hat piştrastkirin li paytext Bexdayê di êrîşa li balafirgehê hat kirin da Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis hatin kuştin.
Hat destnîşankirin êrîş bi firokeyên Amerîkayê hatine kirin.
Wezareta Pasatinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê telîmat da, operasyon hat kirin û Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê hat kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da wiha hat gotin: "Artêşa Amerîkayê li ser telîmata Serok, Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê ya ku Amerîka wekî rêxistina terorê ya biyanî qebûl dike kuşt, ji bo parastina personelên Amerîkayê gaveke biryardar avêt."
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Silêmanî û Hêza Qudsê berpirsyarê kuştina bi sedan welatiyên Amerîkayê ne û wiha hat nivîsandin: "General Silêmanî wekî çalak li dijî esker û dîplomatên Amerîkayê yên li herêmê û Iraqê pîlanên êrîşê amade dikirin."
Di daxuyaniyê da wiha gotin:
"Êrîşa 27ê berfanbarê ya bû sedema kuştin û birîndarbûna welatiyên Amerîka û Iraqê jî tev Silêmanî di çend mehên dawîn da êrîş dişandin ser baregehên koalisyonê yên li Iraqê. General Silêmanî vê hefteyê êrîşên li dijî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê jî pesend kiribû. Ji bo Îran carekê dîsa hewla êrîşê nede ev êrîşa hat kirin. Amerîkayê ji bo parastina welatiyên me yên li dinyayê û menfaetên me hemû gavên lazim dikin biavêje."
(MB)
*Çavkanî:AA