Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh şev li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtinên ji bo "Qanûan Sansurê" pêk hatibû. Bi vê qanûnê wê çapemeniya dîjîtal û medyaya civakî bi gelek astengiyan re rû bir û bimîne. Xala 29an a vê qanûnê ku xala herî zêde cihê nîqaşan bûye û di xwe de cezakirinê dihewîne, bi dengên AKP-MHPê hatiye qebûlkirin.
Roja Pêncşemê 13ê Çiriya Pêşiya 2022an xala 29emîn a yasayê ku bûbû sedem navê vê yasayê wek “yasaya sansûrê” bê binavkirin li Parlamentoyê bi dengên AKP û MHPê hatiye pesendkirin.
xala 29emîn ya "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast" hatiye pesendkirin ku mixalefet weke "Yasaya Sansûrê” bi nav dike.
Li gor vê maddeyê kesekî zanyariyeke dijî aştiya giştî û zanyariyeke ne rast belav bike dê ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Wate rêya cezakirina rojnamevan û kesên li ser medya civakî zanyariyan belav dikin hat asankirin.
12ê Çiriya Pêşiya 2022an Parlamentoyê bo deng li ser reşnivîsa “Projeyasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast” bide civiya û 28 madeyên yekem ên wê reşnivîsê hatin pesendkirin. Lê piştî wê ji ber nerazîbûn û protestokirina yasayê ji aliyê parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ve alozî li hola parlamentoyê derketine û pêvajo hatiye rawestandin.
Di dema xwendina madeya 29ê ya reşnivîsê de ku cezakirina rojnamevanan bo dema sê sal û çend sansûrên din hene, parlamenterên CHP û HDPê bi çepikan nerazîbûna xwe anîn ziman û protesto kirin. Vê yekê wiha kir ku Alîkarê Serokê Parlamentoyê Haydar Akar ku rûniştin birêve dibir, neçar bû dawî lê bîne û cuda ligel serokên fraksiyonan bicive.
Eger yasaya medyaya civakî li parlamentoyê bi temamî bê pesendkirin, dê li gor yasayê rojnamevan û kesên li ser medyaya civakî parvekirinan dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin. Eger parvekirin bi navekî nihênî yan li ser navê rêxistinekê bê kirin, dê ceza bi qasî nîvê cezayê hatiye dayîn bê zêdekirin.
Eger platformên medyaya civakî yên wek Twitter, Facebook û Youtube û yên din di dema xwestî de bersiva daxwazên saziyên hikûmetê nedin dê cezayê pereyan li wan bê birîn. Dê kesên nûçeyên astengkirî parve dikin an şiroveyan li bin dinivîsînin bên cezakirin.(AEK/AY)