Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat weşandin
Pêşnûmeya “Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn ku ji 12 xalan pêktê û bi 467 dengan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de hat erêkirin di rojnameya fermî de hat weşandin.
Di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî a Parlamentoyê di dengdanê de 467 parlamenteran dengê "erê", 87an dengê "na" dabû û 7 parlamenter jî bêalî mabûn.
Qanûna çarçoveyî bi şev di seat 00.00an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Qanûna tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû derxistin dê piştî rapora teyit û tespîtê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bikeve meriyete.
Qanûna Çarçoveyê ji bo pesendkirinê ji Erdogan re hat şandin
Erdogan: Bila ser xêrê be
Serokkomar Recep Tayîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê qanûna çarçoveyî ku di Rojnemeya Fermî de hat weşandin parvekir û got bila li ser xêrê be.
Erdogan ji bo qanûna çarçoveyî ya 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclise de bû qanûn spasî ji partiyên siyasî, Serokê MHPê Devlet Bahçelî û ji partiya xwe AKPê re kir û got ku ji niha û şûnve jî ew dê bi hemû saziyên dewletê ve pêvajoyê bi awayekî hesas û jidil bimeşînin.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê hat qebûlkirin
(AY)