Komeleya Lêkolînên Aştiyê, QAD roja Şemiyê, 22ê Mijdarê, li Bonn, bajarê Almanyayê, konferanseke bi navê Şêwedana Jiyana Bi Hev re: Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aştiyê û Perspektîfên Pêşerojê li dar dixe.
Di konferansê de peyama Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli dê were xwendin.
Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Şandeya Îmraliyê Mithat Sancar, Serokê Rûmetê ê HDPê Ertugrul Kurkçu, Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Dr. Naif Bezwan, Ayşegül Doğan, Dr. Özgür Sevgi Göral, Dr. Yahya Madra, Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser, Rojnameger Selahattin Soro, Şehbal Şenyurt Arinli û Parlamenterê Partiya DEVAyê Mehmet Emin Ekmen wê weke axaftvan beşdarî konferansê bibin.
Her weha di konferansê de wê ji bo zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî wergera simultane bê kirin.
Konferans di saet 09.00an de destpê dike û li sê beşan pêktê.
Şêwedana Jiyana Bi Hev re: Li Tirkiyeyê Konferansa Pêvajoya Aştiyê û Perspektîfên Pêşerojê
Tomarbûn/Qehve/Destpêk: 09:00 – 10:00
Vebûn: 10:00 – 10:25
Suleyman Demirtaş (Li ser navê komeleyê)
Dr. Dilek Kurban (Li ser navê lijneya rêveberiyê)
Peyama Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli
Beşa Yekem a Konferansê 10:25 – 12:15
“Hêmanên derveyî û navxweyî yên ku avakirina jiyaneke demokratîk diyar dikin”
Moderator: Dr. Naif Bezwan
Axaftvanên destpêkê: Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Dozent an EHESS-Ecole des hautes études en sciences sociales, Li Parisê hîndekar e
Ayşegul Doğan, Berdevka DEM Partiyê
Tevkariyên nûnerên saziyan, akademisyen û parlamenteran: 30 Xulek.
Pirs- Bersiv: 30 Xulek.
Navbera Nîvroyê: 12:15 – 13:15
Beşa Duyem a Konferansê 13:15 – 15:00
“Derfet û Xetereyên di Avakirina Jiyana Demokratîk a Hevpar de”
Moderator: Guley Kiliç
Axaftvanên destpêkê: Dr. Ozgur Sevgi Goral, Lêkolîner, Akademîsyen
Ertugrul Kurkçu, Serokê Rûmetê ê HDPê û Parlamenterê Berê
Dr. Yahya Madra, Psikanalîst û Aborînas
Tevkariyên nûnerên saziyan, akademisyen û parlamenteran: 30 Xulek.
Pirs- Bersiv: 30 Xulek.
Navber: 15:00-15:15
Beşa Sêyem a Konferansê 15:15 – 16:45:
“Berpirsiyariyên saziyên demokratîk ên di avakirina jiyana bi hev re de”
Moderator: Prof. Dr. Umit Koşan
Axaftvanên destpêkê: Mithat Sancar, Parlamenterê DEM Partiyê û Endamê Şandeya Îmraliyê,
Selahattin Soro, Rojnameger
Mehmet Emin Ekmen, Parlamenterê DEVA Partiyê
Tevkariyên nûnerên saziyan, akademisyen û parlamenteran: 30 Xulek.
Pirs- Bersiv: 30 Xulek.
Girtin: 16:50 – 17:15
Axaftinên Dawiyê ên Li Ser Navê Komeleyê: Prof. Dr. Hans-Lukas Kieser, Şehbal Şenyurt Arinli
Ji bo zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî dê wergera simultane bê kirin.
Cih: Wissenschaftszentrum Bonn
Navnîşan: Ahrstraße 45, 53175 Bonn
Dîrok: 22ê Mijdarê 2025, Demjimêr: 9:00 - 17:30


