Fotograf: MA
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Platformê di daxuyaniya xwe de bang li kurdan kiriye û ji wan xwestiye ku xwedî li zimanê xwe derkevin. PZKyê her weha destnîşan kiriye ku "Divê mafê zimanê Kurdî bikeve nava qanûnên ku bi pirsa ziman û kultur re têkildar in."
Beşek ji daxuyaniya PZKyê wiha ye:
"Her çiqase siyaseta fermî lî Tırkîyê zimanê Kurdî bi fermî nepejirîne jî, em weke Platorma Zimanê Kurdî bangî rayedarên dewletê dikin ku zimanê Kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Divê mafê zimanê Kurdî bikeve nava qanûnên ku bi pirsa ziman û kultur re têkildar in. Heke bi rastî asîmîlasyon weke tawanekî mirovantîyê be, weke ku rayedarên dewletê li gelek deveran dibêjin, wê gavê divê siyaseta fermî ya ku li ser asîmîlasyona Kurdan birêve diçe jî bi dawî bibe. Helwesta biratîyê, wekhevîyê û mirovantîyê ya bi rastî ev e. Ji ber vê yekê em tu astengîyan li beramberî zimanê Kurdî qebûl nakin. Di dijberîya zimanê Kurdî de em tu hicetan qebûl nakin. Ev hicet hemû ji vingîvala ne. Zimanê Kurdî mafêkî bingehin ji bona hemû Kurdan e. Divê Kurd ji weke hemû miletan, di hemû qadên jiyanê de bi şanazî û bê astengî karibin bi zimanê xwe bijîn, perwerde bibin, civakê birêve bibin û hemû cûre çalakîyên kulturî û siyasî jî bi zimanê xwe bikin.
Belê. Di 21 ê Sibata 2023 an de, di Roja Zimanê Dayikê Yê Cihanî de bêşik daxwazên gelê Kurd jî hene; em ji dewletê dixwazin ku Zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û Sazîya Zimanê Kurdî were damezrandin. Bila partîyên siyasî di parlamento da gavên wêrek bi avêjin, qanûnên mafê Zimanê Kurdî bixin rojeva parlamento û helwesta xwe bi zelalî dîyar bikin. Bila bi hevbeşbûneke berfireh ya siyasî Zimanê Kurdî bibe xwediyê statûyeke qanûnî.
Lê beriya ku em bigîhêjin van armancên xwe yên serek e, divê em pêre pêre jî bi hişmendiya zimanê xwe tevbigerin. Nirx û rêjeya axavtin, nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî di nava gelê xwe de bilind bikin. Di nava gelê xwe de hişmendîya zimanê Kurdî berz bikin, di pirsa mafê ziman de hevbeş bibin, siyasetê bi Kurdî bikin, di her warî de doza zimanê xwe derxînin pêş. Bila Zimanê Kurdî bibe nîşaneya, bibe cewhera, bibe rengê, belê, bibe ruhê civaka Kurdan!" (FD)