Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokdewletê Rûsyayê Beşar Esad li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan û pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya Sputnîk Newsê, Kremlînê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku di civîna Putin û Esadî de, Putin ji ber têkoşîna li dijî milîtanên Islamîst spasiya Esadî kiriye.
Esadî jî gotiye ku, “Rûsyayê hiştiye ku teşwîqkirina lihevkirina siyasî çêbibe”.
Vladimir Putin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî wê sibê li Soçiyê civînekê li dar bixin u pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê nîqaş bikin.
Erdogan û Putin hefteyo borî 13yê Çiriya Paşiyê li Soçiyê hatibûn ba hev. (EKN/FD)