Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tirkî bitikîne
Erdogan û Pûtîn derbarê şerê li Sûrî û beriya cejnê li Helepê ragihandina agirbestê de bi riya telefonê hevdîtin pêk anîn.
Li gorî nûçeya ji Sputnikê Sergey Guneevê Kremlînê derbarê wê hevdîtinê de daxuyanî da û wiha got:
“Di hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyeyê hat rawestandin. Ji bo ku hewldanên alîkariya ji bo çareseriyê werin koordîne kirin, biryar hat girtin ku bi riyên cuda têkilî bi awayekî aktîf werin domandin.”
Peymana Cejna Qurbanê
AAyê di nûçeya xwe de got ku Erdogan di hevpeyvînê de bal kişandiye ser pêkanîna agirbesta li Helepê.
Di wê hevpeyvînê de beriya cejnê ji bo li Helepê agirbesteke demildest derbarê pêywendiyên bi Amerîkayê re jî hat axavtin.
Operasyona Sûriyê
Her du lîder derbarê operasyona “Firat Kalkani” de jî axivin.
Erdogan ji Pûtîn re ragihand ku gelê Cerablusê û El Raiyê dest bi vegera welatê xwe kirine.
Her wiha her du lîder di wê hevpeyvînê de derbarê Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê û Turk Akimiyê de jî axivîne û biryara lihevkirinê dane.
(AS/YO)