Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimir Pûtînî di “Civîna Mezin” a ku salane tê kirin de bersiva pirsên rojnamegeran daye. Diyar kiriye wan ti nîşanên vegera leşkerên Amerîkayê nedîtîne.
Civîna Mezin ji sala 2001ê ve her sal tê kirin. Ji bo civînê 1702 rojnameger akredîte bûne.
Pûtînî diyar kiriye ku ew jî wek Trumpî difikire ku DAIŞ li Sûriyeyê hatiye têkbirin. Pûtînî gotiye:
“Min hay ji mijara ji Sûriyeyê vegerandina leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîne. Me hêj ti nîşanên vegerê nedîtine. Amerîkayê gelek caran diyar kiribû ku ew ê ji Efxanistanê vegerin lê hêj li wê derê ne.
Çi bûbû?
Serokê DYAyê bi peyameka li ser Twitterê û Berdevka Qesra Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA), Sarah Sandersê bi daxuyaniyeka nivîskî diyar kiriye ku pêvajoya vegeriyana malê ya leşkerên DYAyê dest pê kiriye.
Andersê nivîsîye:
"Ji beriya 5 salan DAIŞ hêzeka xurt a Rojhilata Navîn bû ku dikarî metirsîyan çêbike. DYAyê hem ji aliyê fizîkî hem ji aliyê coxrafî(erdnîgarî) ve DAIŞ têk bir."
Berdevkê Konseya Sûriyeya Demokratîk Amjad Othmanî ji Dengê Amerîkayê re gotiye:
"Ev biryar dê tesîrekê(bandorekê) li têkoşîna li dijî terorê bike." Li ser operayonên Artêşa Tirkiyeyê jî gotiye wan artêşeka xurt heye û ji bo hemî rewşan amade ne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Rob Manningî eşkere kiriye ku "di vê merheleyê de em bi berdewamî digel hevpeymanên xwe kar dikin."
Cihgirê serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Federasyona Rsyayê, Frants Klintseviçî diyar kiriye ku ew ne di wê baweriyê de ye ku DYA bi temamî terka Sûriyeyê bike.
(HK/MB)
Çavkanî: SputnikNews