Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
DYAyê Peymana Hêzên Nukleer ên Menzîl Navîn (INF) bidawî kiriye. Peyman di sala 1987ê de hatibû îmzekirin û yek ji wan peymanan dihat qebûlkirin ku Şerê Sar bidawî kiriye.
Vladimir Pûtîn, Serokdewletê Rûsyayê duh (5ê Tebaxê) civînek li gel Konseya Ewlekariyê kiriye û ferman daye Wezareta Berevaniyê û serwîsa istixbaratê da ku egera gavên pêşxistina moşekên nukleerî yên DYAyê bişopînin.
“Heke zanyariyeke biewle were…”
Pûtînî gotiye, “Heke zanyariyeke biewle bikeve destê Rûsyayê da ku DYA pêşxistina sîstema xwe ya moşekên nukleerî temam bike û dest bi veberhênaniyê kiriye, ti alternatîvek din a me namîne ku em jî bi heman awayî û heman moşekan çêbikin.”
Donald Trump, Serokê DYAyê di serê meha Sibatê de îdia kiribû û gotibû, Rûsya wan sîsteman dihewîne ku peymanê binpê dike. Trumpî diyar kiribû ku heke ev neyên tunekirin ew ê di nava şeş mehan de peymanê bidawî bikin.
Derbarê Peymana INFyê de
Di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 1987ê Mixaîl Gorbaçov, Serokê Yekîtiya Sovyetan û Ronald Reagan, Serokê DYAyê peyman îmze kiribûn. Li gorî peymanê hemû moşekên balistîk ên konvansiyonel û nukleer ên menzîl navîn hatibûn qedexekirin ku menzîla wan di navbera 500 û 5 hezar û 500 kîlometreyî de bûn û ji bejahiyê ber bi hewayê tên avêtin.
Bi peymanê dihate armanckirin ku gefa şerî ya nukleerî bidawî bike. Piştî peymanê di nava çar salan de nêzîkî 2 hezar û 700 moşek hatibûn tunekirin. (PT/FD)
* Fotograf: AA/Arşîv