Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duh saet 08.00ê li Rûsyayê hilbijartinên serokdewletiyê li dar ketin. Nêzîkî 109 milyon berbijêr ji bo hilbijartinê çûn ser sindoqan û sindoq saet 20.00ê hatin girtin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn namzetê serbixwe bû û li gorî encamên ne fermî ji sedî 74ê dengan wergirtiye.
Piştî ku encamên ne fermî hatin aşkerekirin Pûtînî li Qada Sor axavtina serkeftinê kir.
18 sal in ku li desthilatê ye
Pûtîn 18 sal in ku li desthilatê ye. Li gorî vê encamê wê bikaribe emrê desthilatê derxe 24 salan. Di navbera salên 1999-2000î de Serokwezîrtî, di navbera salên 2000-2008yê de Serokdewletî, di navbera salên 2008-2012yê de dîsa Serokwezîrtî, di navbera salên 2021 û 2018yê de jî Serokdewletî kiriye.
Dengên Pûtînî ji sedî 10 zêde bûne.
Li gorî daxuyaniya Komisyona Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê beşdariya li hilbijartinê ji sedî 60 e.
8 namzet ketine hilbijartinê
Di hilbijartina serokdewletiyê ya sala 2012yê de tenê 3 namzet hebûn. Lê di vê hilbijartinê de 8 namzet derketin.
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn weke namzetê serbixwe di hilbijartinê de cî girtiye. Ji bilî wî Kseniya Sobçak jina lîberal ku yek ji navên naskirî yên sosyeteya Rûsan e, Pavel Grûdîn namzetê Partiya Komunîst, Vladimir Jîrînovskiy Serokê Partiya Demokratên Lîberal ku bi xeta xwe ya neteweperwer tê nasîn, Sergey Babûrîn Serokê Partiya Yekîtiya Gel a Rûsyayê ku xeta xwe ya neteweperwer tê nasîn, Maksîm Sûraykîn namzetê Partiya Komunîstên Rûsyayê ku ji hêla kesên ji Partiya Komunîst veqetiya ne hatiye avakirin, Borîs Tîtov namzetê Partiya Mezinbûnê ku bi polîtîkayên aborî û bazirganiyê derdixe pêş û Grîgoriy Yavlînskiy namzetê Partiya Yabloko ya lîberal ketine hilbijartinê. (HK/FD)