Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kesên di Komkujiya Ermeniyan de hatin kuştin di 102yemîn salvegera Komkujiyê de wê li Stenbolê bi bernameyên curbecur de bên yadkirin.
Çalakiya pêşîn saet 12.00ê li Sultanahmetê li ber Muzeya Eserên Turk İslamê wê bê lidar xistin ku 102 sal berê dema rewşenbirên Ermenî hatin sirgunkirin ev der weke girtîgeh hatibû bikar anîn.
Ev çalakî wê ji hêla Komisyona Li Hemberî Cudakerî û Nîjadperestilê ya Komeleya Mafê Mirovan (İHD) şaxê Stenbolê bê lidarxistin û herwiha heyetek ji nûnerên saziyên li dijî nîjadperestiyê yên Ewropayê jî wê beşdar bibin ku endamên Tevgera Binke ya Kesên Li Dijî Nîjadperestiyê ya Ewropayê (EGAM) û endamên Parlamentoya Ewropayê jî di nav de ye.
Ji bo Sevag Balikçi yê di 96emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan de dema leşkeriya neçarî dikir hat kuştin wê saet 15.00ê li Goristana Ermeniyan a Şişliyê bernameyek birêve biçe.
Herî dawî saet 19.15ê êvarê ji hêla Platforma Yadkirina 24ê Nîsanê wê li Qada Tunel a Taksîmê bernameyek çêbibe ku di vê bernameyê de wê bangewaziya ““102 sal bû, rûbirû bibin” bê kirin. (EKN/FD)