Prof. Dr. Mithat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
Prof. Dr. Mithat Sancar jî dê di serdanên nû yên şandeyê yên ji bo Îmraliyê de cih bigire.
Piştî mirina Cîgirê Serokê Meclîsê yê berê û Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Prof. Dr. Mithat Sancar dê di Şanda Îmraliyê de cih bigire.
Li gorî nûçeya Ceren Bayar a ji T24ê, li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên DEM Partiyê hatine wergirtin, di encama îstişareyan de biryar hatiye dayîn ku dê Sancar bibe endamê nû yê şandeyê û di hevdîtinên Îmraliyê de cih bigire. Sancar dê di serdana şandeyê ya bê a Îmraliyê de amade be.
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Sırrı Sureyya Onder û Parêzer Ozgur Erol di Şanda Îmraliyê de wezîfe girtibûn. Şandeyê herî dawî di 21ê Nîsanê de bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.