Zanyarê siyasetê, nivîskar Prof. Dr. Fuat Keyman di 65 saliya xwe de koça dawî kir. Keyman demekê bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin.
Endamê Akademiya Zanistê, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Sabanciyê û profesorê têkiliyên navneteweyî Fuat Keyman di heman demê de li Navenda Polîtîkayên Stenbolê rêveber bû.
Keyman bi pisporiya xwe ya li ser mijarên demokratîkbûn, globalbûn, têkiliyên navneteweyî, têkiliyên Tirkiye-YEyê, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û pêşxistina civaka sivîl dihat naskirin.
(HA/AY)