Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Betul Tanbay, dersdêra Zanîngeha Bogaziçiyê piştî îfadeya xwe daye, hatiye berdan. Tanbay yek ji wan 13 kesan bû ku duh di encama operasyona polîsan a li ser akademisyenan û nûnerên saziyên sivîl de, hatibû girtin.
Bixwîne - Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Asena Gunal, Bora Sari û Meltem Aslan serbest bûne
Yên din hîna îfadeyên xwe didin
Ji 13 kesên ku duh (16ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê) hatibûn desteserkirin, Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Asena Gunal û Bora Sari, Meltem Aslan û Hande Ozhabeş serbest mabûn.
Di vê navberê de li gorî zanyariyan îfadedayîna Yigit Ekmekçi Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê di destê sibehê de qediya ye. Lê îfadedayîna Ayşegul Guzel, Yusuf Civir, Filiz Telek û Yigit Aksakoglû û produktor Çigdem Materê berdewam dike.
Çi bûbû?
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon biribûn ser du akademisyenan û xebatkarên saziyên sivîl.
Li gorî zanyariyan di encama operasyonê de li gel Prof. Betul Tanbay akademisyena aştîxwaz a ji Zanîngeha Bogaziçiye û Prof. Tûrgût Tarhanli Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, Yîgît Ekmekçî wekîlê serokê lijneya rêveberiya Anadolû Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê lijneya heman komeleyê, Asena Gunal koordînatora giştî ya komeleyê, Meltem Aslan Hevdîrektora Navenda Bîrê û midûra giştî ya berê ya Anadolû Kulturê, ji Anadolu Kulturê Bora Sari, Ayşegul Guzel, Hande Ozhabeş, Filiz Telek û Yigit Aksakoglûû produktor Çigdem Mater û Yûsûf Civir hatibûn desteserkirin.
Midûriyeta Emniyeta Stenbolê derbarê desteserkirina akademisyen û nûnerên saziyên sivîl de daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku karsaz Osman Kavalayî çalakî birêxistin kirine û ew fînans kiriye. Kavala zêdetirî salekê ye ku bêyî îdianame derbarê wî de bê amadekirin di girtîgehê de tê girtin.
Di heman daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku ji bo 20 kesên li Stenbol, Edene, Antalya û Mûglayê biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Navê 13 kesên ku hatine desteserkirin, hatibû belavkirin. Li gorî îdiaya Midûriyeta Emniyetê Kavala û 20 navên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye derxistin, bi hev re çalakî birêxistin kirine. (EMK/FD)