Fotograf: pressemblem.ch
Press Emblem Campaigna (PEC) ku navenda wê li Cenevreya paytextê Swîsreyê ye, di raporekê de aşkere kireye û gotiye ji serê Adarê û vir ve li 35 welatan herî kêm 186 rojnameger ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê ango Covid-19ê mirine.
PECê daxuniyeke nivîskî weşandiye û tê de diyar kiriye ku şewba Covîd-19 herî zêde li welatên Amerîkaya Latîn bandora xwe nîşan daye û li Hindistan û Bangladeşê jî hejmar her diçe bilind dibe.
Di daxuyaniyê da hatiye gotin ku di navbera 1 Adar û 30 Hezîrana 2020an de li 35 welatan herî kêm 186 rojnameger ji ber Covid-19ê mirinee, ji van jê ji sê paran dudu li ser karî tûşî nexweşiyê bûn.
Her wiha hatiye diyarkirin, dibe ku hejmara rojnamerên ji ber Covîd-19ê mirine bêtir be. lLewra rojnamegerên ku test nekirine û yên sedema mirina wan nehatiye eşkerekirin, hene.
Hejmara herî zêde ya miriyan li welatên Amerîkaya Latîn ye
Li gorî lêkolîna PECê, li welatên Amerîkaya Latîn 93, li Asyayê 34, li Ewropayê 26, li Afrîkayê 19 û li Amerîkaya Bakur jî 14 rojnameger ji ber vîrusê mirine. Peruya ku lê 37 rojnameger mirin di serê lîsteyê da ye, pey ra li Brezîlyayê 16, li Meksîkayê 14, li Amerîkayê 13 û li Ekvadorê jî 12 rojnameger mirine.
Her wiha li Pakistanê 10, li Bangladeş û Hindistanê her yek jê 9, li Nijeryayê 8, li Îngiltereyê 7, li Rûsya û Bolivyayê her yek jê 5, li Nikaragua û Fransayê her yek jê 4, li Kamerun, Komara Dominikê, Îtalya û Îspanyayê her yek jê 3, li Cezayir, Kolombiya, Misir û Swêdê her yek jê 2, li Efxanistan, Awistirya, Belçika, Kanada, Komara Demokratîk a Kongoyê, Îran, Japonya, Qazaxistan, Fas, Panama, Komara Afrîkaya Başûr, Togo û Zimbabveyê jî her yek jê rojnamegerek mirine.
PECê her wisa ji xeynî Kovîd-19ê di 6 mehên dawîn da li 18 welatan kuştina 33 rojnamegeran jî şermezar kiriye.
Di daxuyaniyê da hatiye diyarkirin ku îstatîstîkên derheqê rojnamegeran da ji saziyên pîşeyî yên rojnamegeran ên li welatan, çapemeniya xwemalî û peywendiyên PECê hatine berhevkirin. (FD)
*Çavkanî: AA