Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Mike Pompeo, di bernameya “This Week” (Ev Hefte) ya qenala ABCyê da, pirsên rojnameger Martha Raddat bersivandin.
Pompeo, îdîaya ku şewba tîpa nû ya koronavîrûsê ji laboratuareke Çînê belav bûye, dubare kir û wiha got: “Di warê çavkanîyê/jêderê da delîleke pir mezin heye”.
“Bi destê însanan nehatiye hilberîn”
Serperiştiya Îstîxbarata Neteweyî ya DYAyê ragihand ku ew di warê çavkanîya vîrûsê da hê jî îhtimalên cuda dinirxînin lê wan peyitandiye ku Covid-19 ne vîrûseke wisa ye ku bi destê însanan çêbûye an jî bi genetîka wê hatîye lîstin.
Çînê derbarê van îdîayan da gotibû Seraya Sipî bi mebesta balê ji arîşeyên xwe dûr bixe van îthaman dike û ev îdîa red kiribûn.
Pompeo, li ser pirsa “vîrûs bêhemdî an plankirî hatiye belavkirin?”, angaşt kir ku ew bersiva vê pirse nikarin bidin, ji ber ku Partiya Komunîst a Çînê tevkarîyê napejirîne. Çînê, zanistên ku dixwaztin ji bo lêkolînê herin Çînê, nepejirandibûn. (PT/AY/FD)