Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî krîza nefirotina blafirên şerî yê F35, wezîrê karên derve yê DYAyê(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), Mike Pompeo û wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê, Mevlud Çavuşogluyî hev dîtin.
Piştî ku Tirkiyeyê biryar daye ku ew ê fûzeyên S-400 ji Rûsyayê bikire Dewletên Yekbûyî yên Amerîkatyê(DYA) biryar daye ku ew ê parçeyên balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê.
Piştî hevdîtina herdu wezîran, Pompeoyî diyar kiriye ku ew ê piştgiriya Tirkiyeyê bike ku ew mizakereyan li “rojavayê bakurê Sûriyeyê” bi rê ve bibe. Herweha wî diyar kiriye li ser mijara kirîna S-400an ew di fikarê de ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Hami Aksoyî diyar kiriye ku Wezareta Karên Derve ya DYAyê ji beriya hevdîtinê daxuyanî nivîsîye ji ber wê li ser naveroka hevdîtinê de tiştên esasî jî nehatiye gotin.
Bixwîne - DYA dê parçeyên balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê
Cara yekem e ku Amerîkayê biryar daye; parçeyên balafirên F-35 nefiroşe welatekê endamê NATOyê.
Ji bo balafirên F-35 li Tirkiyeyê kar bikin hin parçeyên ji projeya f-35ê divîya li wî welatî bihata bicihkirin. Lê Amerîkayê diyar kiriye ku ew ê wan parçeyan neşîne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê, Charles E. Summersî gotiye:
“Heta Tirkiye dest ji standina S-400an neberde, parçeyên ji bo firîna balafirên F-35 dê ji bo wî welatî neyê şandin.
“Heke Tirkiye S-400an bikire, pêvajoya beşdarbûna wê ya li projeya F-35an de dê bikeve di metirsîyê de.”
(PT/MB)