Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mike Pompeo, Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê, li ser hesabê xwe yê Twitterê dîyar kiriye ku wî bo kordînasyona gavên li dijî êrîşa bêîstiqrarîyê çêdike, James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê DYAyê yê bo Sûrîyê şandiye Enqereyê.
Pompeoyî wiha gotiye: “Em li gel hevalbendê xwe yê li NATO’yê ne.’’
Wî daye zanîn ku ‘’Divê êrîşên rejîma Esad û Rûsya rawestin’’
Ji alîyê din ve Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov jî bang li Tirkîyê kiriye ku li gor Peymana Soçiyê tevbigere.
Peskov daye zanîn ku divê Tirkîye êrîşên li dijî hêzên Sûrîye û Rûsyayê rawestîne. (EKN/FD