Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Tirkiyeyê derîyê xwe yê sînor vekirîye, çûna penabaran a ji bo Ewropayê didome.
Hêzên ewlekariyê yên Yewnanistanê bi têlên bijilêt barikat li pêş deriye sînorê Kastanîesê danîne û gelek polês kom kirine.
Bi fîşekên plastîk êrîş kirine
Hêzên ewlekarîyê yên Yewnanistanê, dema ku dîtine komek penaber ji derîyê sînor yê Pazarkuleyê derbas dibin, bi bombeyê gazê û fîşekên plastîk midaxale kirine. Di gel vê yekê hin penaber sînorên ku barikat lê hatiye danîn derbas kirine.
Midaxale bi dirêjîya rojê berdewam kirîye
Hêzên ewlekarîyê yê Yewnanistanê, di derengîya şevê de jî bi bombeyên gazê êriş kirine. Di nava penaberan de gelek pitik jî hene û ketine ber êrişa gazê. Ambûlansên ku li herêmê ne midaxaleya alikariyê kirine.
Soylûyî hijmarekê nû dayî ye
Wezîrê Kar û Barê Navxwe Soylûyî gotîye, hijmara wan penaberên ku ji Tirkiyeyê derketine gihîştîye 100 hezar û 577 kesan.
Wezîr Soylûyî, di hesabê xwe yê Twîtterê de eşkere kirîye û gotiye, "heta saet 19.40an 100.577 kes li ser bajarê Edîrneyê ji welat derketine." (TP/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye