Fotograf: DIHA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doz li wan sê polîsan vebûye ku ji Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê re gotibû “Êdî ti tişt wê nebe weke berê, em ê we hînî vî tiştî bikin” û tundkarî lê kiribûn.
Polîs K.A., N.D., û Y.Ş. wê li gorî xala 117/1 û 119/1-e yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û bi sûcê ku “azadiya karkirin û karî binpê kirine” werin dadgehkirin.
Danişîna yekê ya dadgehê wê 23yê Hezîrana 2021ê li Dadgeha Asliye Cezayê ya 3yan a Stenbolê pek were.
“ji bo hemû rojnamegeran mînak e”
Parêzer O. Meriç Eyuboglûyê ew biryara ku Dadgeha Destûrî daye ji bianetê re şîrove kiribû û gotibû: “Girîng e, dadgehê bi biryara xwe re diyar kiribû ku ew serekê polîsan ê dibêje qey li ‘Tirkiyeya Nû’ kes nikare dest wî bide wê, divê were dadgehkirin.”
Eyuboglûyê diyar kiribû ku ev biryar ji bo hemû rojnamegerên rastî kiryarên xirab tên mînak e.
Dadgeha Destûrî: Azadiya çapemeniyê hatiye binpêkirin
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara serlêdana Beyza Kuralê ya bi rêya Oya Meriç Eyuboglû, parêzera xwe re kiribû di 18ê Sibata 2021ê de dabû.
Dadgeha Destûrî di biryara xwe de gotibû ku Xala 17an a Destûra Bingehîn a derbarê qedeqeya kiryarên ne li gorî rûmeta mirovan de ye, Xala 26an a derbarê azadiya xweîfadekirinê de ye û ya 28an a derbarê azadiya çapemeniyê de ye, hatiye binpêkirin.
Her weha ji bo encamên van binpêkirinan ji holê rabe, Dadgehê biryar dabû ku careke din lêpirsîn were kirin.
Wê 15 hezar TL tazmînata manewî bidin Kuralê.
Gotibû “wê ti tişt nebe weke berê”
Polîsan di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2015an de dema xwendekaran li Beyazita Stenbolê Lijneya Bilind a Hindekariyê (YOK) protesto dikirin, xwestin Beyza Kural, nûçegîhana bianetê desteser bikin. Her weha xwestibûn destê wê li paş wê kelemçe bikin.
Di vê navberê de polîsekî bi dengekî bilind got “Wê êdî ti tişt nebe weke berê, em ê vê nîşanî we bidin.” Li ser midaxeleya rojnamegerên din Kural serbest bûbû.
Beyza Kuralê giliyê polîsan kiribû lê lêpirsîna wan nehatibû kirin û dadgehan bi sedema ku “erka xwe ya bikaranîna tundiyê derbas nekiriye” serlêdana Kuralê qebûl nekiribûn.
Dadgeha Desthura Bingehîn di biryara xwe de diyar kiribû ku karta saziyê ya zer a rojnamegeriyê di stuyê Beyza Kuralê de bûye û kamerayan liv û tevgerên polîsan qeyd kiriye.
Dadgehê her weha diyar kiribû ku polîsan Kural asteng kirine û nehiştine ew karê xwe yê pîşeyî bike.