Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsê parastina serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî yê bi navê Alexandre Benalla, di xwenîşandanên 1ê Gulanê de li du xwendekaran dabû. Dadgeheka Fransayê li ser wî polîsî lêpirsînname amade kiriye û polîsan ew polîs desteser kiriye.
Pêşiyê rojnameya Le Mondeyê dîmen weşandine. Di dîmenan de diya dibe ku kesekê qafikê polîsên midaxeleya li civakê kiriye serê xwe û li xwendekaran dide.
Berdevkê Qesra Elyseeyê Bruno-Roger Petitî gotiye kiriyarên polîsê berbehs nayê qebûlkirin û ew du hefteyan ji karê wî hatiye durxistin.
Dadgehekê bi sûcê “sixtekariya di karî de” doz li polîsê parastina serokkomarî vekiriye.
(PT/MB)