Ji bo nûçeya tirkî 1 / 2 bitikîne
Duh li Kadikoyê ji bo girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, çalaki hatibû lidarxistin. Di çalakiyê de polîsek şimaq li Ferhat Encu, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Stenbolê xistiye.
Dema polîs şimaqê li Encu dixê dîmenê wê kêliyê hatiye girtin. Mehmet Zekî, kameramanê Arti TVyê dîmenê wê kêliyê tomar dike. Zekî hatiye desteserkirin.
Meral Danyildiz, nûçegîhana Arti TVyê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye û gotiye, “Ji berk u Zekîyî dîmen girtiye, desteserkirine. Li Ûmût Taşdag, nûçegîhanê Arti TVyê dane. Ûmût li erdê ketiye. Niha çû nexweşxaneyê. Wê rapora lêdanê bigire. Zekî jî bernadin. Tevî hemû hewldanên me polîs zekî bernade.
HDP: Hûn ê hesap bidin
HDPê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê video belav kiriye û nivîsandiye: “Ev çeteyê ku difikire li pişt wî Wezîrê Karên Tawanan heye û hêzên li pişt wî jî dê ji ber sûcên xwe bên cezakirin. Di salvegera Komkujiya Roboskî de ne em û ne jî gelê me dê vê şimaqa ku li Ferhat Encû hatiye xistin ji bîr nekin. Hûn ê hesab bidin.”
Demîrtaş: We hîn şimaq nedîtine. Li benda sindoqê bin
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demîrtaş nerazîbûn nîşanî helwêsta polîsan a li hember Hevserokê Şaxa HDPê ya Stenbolê Ferhat Encu daye û gotiye, “We hîn şimaq nedîtine. Li benda sindoqê bin em ê nîşan bidin.”
Selahattin Demirtaş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn nîşan daye û gotiye, “Demeke dirêj e ev desthilata ku heta qirikê ketiye nav tawan û gemarê hedê xwe derbas kiriye. We hîn şimaq nedîtine. Li benda sindoqê bin em ê nîşan bidin.”
(RT/EMK/AY)