Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsê ku di 14ê Nîsanê de li Sumerparka Amedê bi guleyê Recep Handaş kuştiye, digel gumana sûckirinê ya xurt, hatiye tehliyekirin.
Piştî bûyerê, lêpirsîn hatibû destpêkirin û 2yem Dadweriya Ceza û Lihevkirinê ya Amedê, bi tohmeta ku “bûye sedema mirineke bi zanebûn û bêtedbîr” polîs K. B. hatibû girtin.
Li gorî nûçeya Aydin Atayê ji Ajansa Mezopotamyayê, Mûstafa Demîr, parêzerê K. B. li hemberî biryara girtina bersucî derketiye. 5em Dadweriya Ceza û Lihevkirinê ya Amedê di 24ê Gulanê de biryar girt ku bila K. B. tehliye bibe û bi vî awayî bê dadkirin. Li ser vê biryarê K. B. piştî girtina wî bi 40 rojan hatiye tehliyekirin.
Çi bûbû
Polîsan li Amedê 14ê Nîsanê saet di 04.00ê destê sibehê de gule bera serê xortê bi navê Recep Hantaşî daye û ew kuştiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hantaş bi hevalekî xwe re li Sumerparkê rûniştî bûye û di vê demê de polîsan gule bera wî dane û ew kuştiye.
Hantaş di wê kêliyê de miribû û xortê li ba wî hatibû desteserkirin ku şahidî ji bûyerê re kiriye.
Cenazeyê Hantaşî rakiribûn morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û di saetên nîvro de di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoyê hatibû binaxkirin.
Efe Hantaş, birayê Recep Hantaşî gotibû “polîsan ji me re got, me birayê te bi şaşî kuştiye”.
Walîtiya Amedê îdia kiribû ku Hantaş “hatiye hişyarkirin” lê nesekiniye û li ser vê gule bera wî dane. (HA/FD)