Ji bo nûçeya Tirkî / İngiilîzî bitikîne
Şeva 3yê Gulanê li taxa Karşiyaka ya Silopiyê panzêreke polîsan a bizirx dîwarê xanîyekî rûxandibû û ketibû nava malê.
Di daxuyaniya Serdozgerê Komarî yê Şirnexê Mehmet Patlak de hat diyarkirin ku îdiayên digotin ajokarê wesayîta polîsan a zirxî serxweş e ne rast in.
Panzêr piştî ku dîwar rûxandibû û ketibû nava malê bibû sedema mirina Mûhammed Yildirim ê 7 salî û birayê wî Fûrkan Yildirim ê 6 salî ku razayî bûn.
Hatibû îdiakirin ku panzêra polîsan a navborî avahiya MHPê ya navçeyê diparast.
Dozgeriya Komarî derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin.
HDP û CHPyê bertek nîşan dabûn
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de bal kişandibû ser wan îdiayan ku polîsên wesayit bikar dianîn serxweş bûne.
HDPê daxwaz kiribû ku derbarê berpirsên bûyerê de lêpirsîn were destpê kirin.
Herwiha Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû jî gotibû ku dixwazin bûyerê weke bûyereke ji rêzê nîşan bidin û derbas bikin. (YY/FD)