Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Edeneyê bi îdiaya ku guh li qedexe ya derketina derve nedaye û derketiye derve polîsan gule bera kesekî daye û ew kuştiye. Li gori heman îdiayê polîs bang lê kiriye û jê re gotiye "raweste" lê ew nesekiniye. Polîsê ku ew kesa kuştiye hatiye girtin.
Alî El Hemdanê Suriyeyî piştî ku polîs teqe lê kiribû ji bo nexweşxaneyê tê veguhestên û piştre dimire.
Piştî kuştina Ali El Hemdanî, Serdozgeriya Komarî ya daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku jêpirsîn hatiye destpêkirin û bi rêk û pêk tê meşandin. Her weha hatiye diyarkirin ku polîsê bi navê F. K. bi tohmeta ku “bi zanebûn kuştin kiriye” şandine ber destê Dadgeriya Silh û Cezayan û ew hatiye girtin.
Walîtiya Edeneyê daxuyaniyek niviskî weşandibû û gotibû ku ew kes "di encama qezayê" hatiye kuştin û polîsê ku teqe lê kiriye ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Daxuyaniya Walîtîyê weha bû:
"Ekîbên girêdayî Miduriyeta Emnîyeta me ya Seyhanê di roja 27.04.2020an saet 12.00an de li Kolana Sûcûzadeya navçeya Seyhanê ji ber wezîfeyê çavdêriya kolanê dikirin. Di wê demê de kesê bi navê A. H. yê sûriyeyî dema dibîne hêzên polîsan li wê taxê ne, direve û herçiqas polîs daxwazê jê dikin ku raweste, lê ew her direve. Piştre polîs weke agahdarî teqe li welatiyê Suriyeyî yê bi navê A.H. yî dike û wî brîndar dike. Piştre A.H. yî bi brîndarî ji bo nexweşxaneyê tê veguhestin û li wir dimire. Polîsê ku wî dikuje ji wezîfeyê hatiye durxistin û lêkolîna edlî û îdarî hê didome."
“Ji bo karî diçû kargehê”
Digel daxuyaniya Walîtiyê derketiye holê ku polîsan gule bera dilê Alî El Hemdanî dane û bûne sedema kuştina wî. Temenê Alî El Hemdanî di jêr 20an de ye û hatiye îdiakirin ku ji ber karkirinê derketiye derve.
Li gorî nûçeya Volkan Pekal, nûçegihanê rojnameya Evrenselê, Ali Hemdan 19 salî ji bo debara malbata xwe bike kar dikir û di wê esnayê de diçû kargehê. Xizmên wî ji rojnameya Evrenselê re gotine, dema Hemdan rastî polîsan hatiye tirsiyaye ku ji ber qedexeya derketina derve ceza bidine wî û reviyaye. Xizmên wî diyar kirine ku nasnameya wî ya parastina demkî jî ne li ba wî bûye. (AO/AY/FD)