Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kujerê Alexis Grigoropoulosê 15 salî serbest bûye. Grigoropoulos di sala 2008ê de li Yewnanîstanê di dema pêla protestoyan de ji hêla polîsan ve hatibû kuştin û bûbû sîmbola çalakiyan.
Alexis li qada Exarchiayê hatibû kuştin ku weke navenda tevgera Anarşîstan a li Atînayê dihate zanîn. Di dema berxwedana Geziyê de Alexis û Berkîn Elvanê ku polîsan ew kuştibû şibandibûn hevdû û slogana “Tu birayê min î Alexis” hatibû berzkirin.
Yaseya SYRIZAyê hatiye rexnekirin
Ji ber serbestbûna polîs Epaminondas Korkoneasî rexne li partiya SYRIZAyê hatiye kirin.
Yasaya SYRIZAyê derxistibû rê li ber wî tiştî vekiribû ku girtîyekî/e 20 sal û zêdetir ceza wergirtibe, ji sêyê yekê cezayî razê bikaribe serbest bibe. SYRIZA 8ê Tîrmehê dest ji desthilatdariyê berda bû.
Alexis di dema bûyerê de miribû
*Polis Korkoneas. Fotograf: Eurokinissi
Li gorî dosyaya dozê, polîs Korkoneasî berê devançeya xwe daye ser çalakvanan û du caran gule berda ye. Guleyek li sînga Alexisê 15 salî ketiye û ew di heman demê de miriye.
Zoe Konstantopoulou, parêzerê malbata Grigoropoulosî ji bo biryarê gotiye, “dîsa wê çekê bide destê Korkoneasekî” û ew ê li hemberî vê biryarê serî li dadgehê bidin. (PT/FD)
*Çavkanî: Eurokinissi, The National Herald.