Polîsê ku bi wesayîta zirxkirî li Mîraç Mîroglûyê 7 salî dabû û bûbû sedema mirina wî, beraet kir.
Di 3ê Îlona 2021ê de li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polîsan pê li Mîraç Mîroglû yê 7 salî kir û ew kuşt. Danişîna 7an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê hat lidarxistin.
Mîhraç, Efe, Berfîn… Di 10 salan de polîsan bi wesayitên zirxkirî 20 zarok kuştine
Bavê Mîroglû, Baroya Şirnexê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê beşdarî danişînê bûn û polîsê bersûc û parêzerê wî jî bi rêya SEGBÎSê tev li danişînê bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyan, bavê Mîroglû axivî. Mîroglû xwest bersûc bê cezakirin.
Piştî parastinan rapora Saziya Tipa Edlî(ATK) xistin nava dosyeyê.
Di 14 salan de ji ber wesayitên zirxkirî herî kêm 37 kes mirine
Piştî raporê danişîn bi parastinê dewam kir. Polîsê bersûc li gorî raporê daxwaza beraetê kir. Parêzerên Baroya Şirnexê xwestin ku polîsê bersûc bê cezakirin.
Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran nepejirand û derbarê polîsê bersûc de biryara beraetê da.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê piştî biryarê daxuyanî da. Navendê di daxuyaniyê de diyar kir ku rapora ji bo polîsa hatiye amadekirin kêm e û biryara beraetê jî li gorî vê raporê hatiye dayîn.
Rapora wesayitên zirxkirî ya ÎHDyê: Di 15 salan de 44 kes mirine
Çi bûbû?
Li Taxa Tûrgût Ozalî ya li Hezexê, navçeya Şirnexê wesayiteke zirxkirî di 3yê Îlonê de li bin guhê Mîhraç Mîroglûyê 7 salî xistibû. Li gorî gotinên şahidan, wesayit dema zarokî pisqilêt diajot lê qelibiye.
Li gorî Rapora Hezîrana 2019an a Komeleya Mafên Mirovan a Amedê di navbera salên 2009 û 2019an de herî hindik 63 wesayitên zirxpoş li welatiyan qelibîne. (AÖ/AY)