Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsê ku di dema berxwedana Geziyê da li Hatayê Abdûllah Comert bi fîşeka gazê kuştibû, hatiye girtin.
Hatîce Can, parêzera malbata Comertî li ser sosyal medyayê ragihandîye, piştî ku cezaya tawanbar Ahmet Kûş teqez bûye, hatîye girtin.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê 14ê Adara 2016ê 13 sal û 4 meh cezayê girtinê li polîs Ahmet Kûşî birî bû. 1em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ev biryar bi şûn de şandibû û biryar di 19yê Çirîya paşîyê ya 2018an da eşkere bû. Polîs Ahmet Kûşî li ser sucê “kuştina bi zanetî” 6 sal û 10 meh û 15 roj ceza girtî ye. (AS/AY/FD)