* Fotograf: Ajansa Anadolûyê (AA) - Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsê kevn Derek Chauvinê ku ji ber kuştina George Floyd kuştiye 22 sal û nîv cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, ji ber ku mafê welatîbûnê yê Floydî û zarokekî/e çermreş a/ê 14 salî binpê kiriye, bi 21 sal cezayê din ê girtîgehê hatiye cezakirin.
Derek Chauvinî di sala 2020ê de li bajarê Minneapolîsê yê eyaleta Minnesotayê, pê li stûyê George Floydê çermreşik ê DYAyî kiribû û ew kuştibû.
Chauvinî di meha Kanûna Pêşiyê de qebûl kiribû ku wî “mafê welatîbûnê binpê kiriye.” Li gorî nûçeya The New York Timesê, cezayê li Chauvinî hatiye birîn, wê di heman demê de were bicihkirin û wê wê bişînin girtîgeha federal.
Çi bûbû?
Polîsan li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.
Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.
Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.
Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn. (SD/FD)