Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerên ciwanê ku li meydana Newrozê ya amedê hatibû kuştin xwestiye polîsê ew ciwan kuştî bê girtin lê 7. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev yek qebûl nekiriye.
Hewrweha Saziya Tiba Edlî dîsa ji bo dadgehê rapor neşandiye. Îro polîsê bi navê Y.Ş. bi sûcê kuştina bi zanebûnî hatiye dadkirin. Li gor nûçeyeka Ajansa Mezopotamyayê 20 polîs jî çûne salona dadkirinê.
Çi bibû?
Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.
Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.
Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.
Bixwîne - Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin
Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.
Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin.
(AS/MB)
- Rapora Krîmînal: Polîsî Kemal Kûrkût kiriye hedef û gule bera daye28 Sibat 2019Di doza kuştina Kemal Kûrkûtî de rapora Buroya Krîmînal a Netewî hatiye aşkerekirin: “Kûrkût ne bi ...
- Polîsê ku Kemal Kûrkût kuştiye nehatiye girtin20 Îlon 2018Parêzerên malbata Kûrkûtî daxwaz kirine ku ji bo bêcezatî ji holê rabe divê polîsê Kemal Kûrkûtî ...
- Parêzerekê xwest polîsê Kemal Kurkut kuştî bê girtin20 Kanûna Pêşiyê 2017Parêzera Reyhan Yalçindag Baydemîr bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Amedê da û xwest polîsê Kemal Kurkut ...
- Xebatkarên medyaya bi biryarnameyan hatîn girtin Xelata Mûsa Anterî stand20 Îlon 2017Di beşa nûçeyên bi zimanê Tirkî de nûçegihanên dihaberê(Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê) û di beşa ...
- Polîsan Abdurrahman Gok desteser kir, wî wêneyên kuştina Kemal Kurkutî girtibûn20 Nîsan 2017Polîsan bi ser mala Abdurrahman Gokî de girt û ew desteser kir. ...
- Di lêpirsîna Kemal Kurkut de du polîs ji wezîfê hatin dûrxistin27 Adar 2017Walîtiya Amedê ragihand ku di bûyera kuştina Kemal Kurkut de du polîs ji hêla Walîtiyê ve ...
- Parlamentera HDPê Yigitalp: Çima bêyî ku guleyê berdinê, ew nesekinandin?23 Adar 2017Parlamentera HDPê Sibel Yigitalp rewşa Kurkut ê ku li Amedê di dema pîrozbahiyên Newrozê de ji ...
- IHD: Em ê lêkolînê li ser bûyera kuştina wî ciwanî bikin ku li Meydana Newrozê hat kuştin22 Adar 2017Li Meydana Newrozê ya Amedê polîsan ciwanek kuşt. Walîtîyê diyar kir ku “guman hebû ew xwekujek ...