Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehekê li Amedê ji bo polîsê ku bûye sedema mirina Efe Tektekînê 5 salî, biryara beraetê daye.
Tektetîn di 11ê Îlona 2019an de dema xwestiye derbasî aliyê din ê rêyê bibe, wesatiya zirxkirî lê dabû û wî can dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dadgehkirina îro de biryar hatiye dayîn. Polîsê navborî ji ber sûcê "biqisûr mirovek kuştiye" dihate dadgehkirin.
Dadgehkirin li Dadgeha Asliye Cezayê ya 9an pêk hatiye. Polîs Îdrîs A., parêzerê wî Alper Ûgûrlû, parêzerê malbata Tektekînî Sedat Çinar û ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê parêzer Kubra Nûr Kartal û Omer Sansarkan beşdarî danişînê bûne.
Dozgerî çawa di danişîna berê de xwestiye polîs were cezakirin, di vê danişînê de jî xwesteka xwe dubare kiriye. Dozgerî gotiye ku li gorî rapora dawî ya Saziya Tiba Edlî, polîsê bersûc "ne kesê esasî ye lê yê duyem e bûye sedema qezayê" û divê li gorî xala 85/1ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ji 2 salan heta 6 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Polîsê bersûc li dijî daxwaza dozgerî derketiye û gotiye, "Ji ber bûyerê ez xemgîn im. Di vê dadgehkirina ku sê sal in didome de, ji ber qisûra min nîne, ez dixwazim bibêjim ucdanê min rehet e. Ez bê guneh im, daxwaza beraeta xwe dikim."
Parêzerê bersûcî diyar kiriye ku "Li gorî dosyeyê miwekilê min bi baldarî tevgeriyaye. Ma divê jê zêdetir çi bikira?" Her weha xwestiye polîs beraet bike an ne bila cezayê wê kêm bibe.
Parêzerê malbatê Sedat Çinarî jî behsa rapora Saziya Tiba Edlî kiriye û gotiye ew jî weke wê difikirin û ji ber "mafê jiyanê" yê bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn hatine mirogerkirin û krîterên wê diyar bûne û berpirsiyarî li dewletê bar kirine, di vê bûyerê de hatine binpêkirin.
Malbata Tektekînî û Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê li dijî biryarê derketine û gotine wê serî li dadgeheke bilindtir bidin. (AÖ/FD)