Fotograf: Piştevaniya Bogaziçiyê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xwendekarên ku ji 22yê Adarê û vir ve biryara tayînkirina Melih Buluyî ya ji bo rektoriya Zanîngeha Bogaziçiyê protesto dikirin, îro bi hinceta ala LGBTI+yan bilind kirine, polîsan ew desteser kirine.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di 2yê Kanûna Paşiyê de weke rektor tayînî Zanîngeha Bogaziçiyê kiribû. Di 2yê Sibatê de xwendekar N.D. derketibû ser Deriyê Kampusa Başurî û li vir ala LBGTI+yan hildabû. Piştî wê lêpirsîna disiplînê ji bo N.D.yî amade kiribûn. Hevalên wî ji bo piştgiriya bi wî re xwestin bimeşin ber bi Fakulteya Perwerdeyê ya li Kampusa Bakurî ku wê li vir civîna lêpirsînê pêk bihata.
Polîsên sivîl li vir gotine qedexe ye ew ala LGBTI+yan vekin û çar xwendekar desteser kirine. Paşê gelek polîsên din hatine wir û ji xwendekaran xwestine ew belav bibin. Xwendekarên li ber deriyê Kampusa Bakurî kom bûne, gotine heta hevalên wan serbest nebin ew ê dest ji nobeta xwe bernedin. Polîsan midaxeleyî wan kiriye.
ÇHD: 12 xwendekar desteser kirine
Piştevaniya ji bo Bogaziçiyê gotiye ku tevlî kesên li vir hatine desteserkirin, hejmara desteserkiriyan gihîştiye 12yan û hemû xwendekar li wesayitên polîsan bar kirine da ku wan bibin qereqolê. Nobeta xwendekaran li Deriyê Kampusa Bakurî dewam dike.
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî di daxuyaniya xwe de gotiye ku 12 xwendekar desteser kirine, pêşiyê ew ê wan bibin Nexweşxaneya Hesekiyê paşê jî Midûriiyeta li Vatanê.”
(DŞ/FD)