Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh(9ê Tîrmehê) Komîteya Hefteya Rûmetê ya LGBTI+ ya Edeneyê xwestine civîna çapemeniyê li dar bixin lêbelê polîsan midaxeleyî daxuyaniyê kiriye û parêzer û Hevserokê Bajarê Edeneyê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî di nav de 18 kes bi derpkirinê desteser kirine.
Parlamentera Mêrsînê ya Partiya Çep a Kesk(YSP) û Endama Lijneya Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca ji bo piştgiriyê bide LGBTI+yan xwestiye daxuyaniya çapemeniyê ya ku polîsan astengkiriye bixwîne lê rastî tundkariya polîsan hatiye.
Kocayê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî daye û weha gotiye:
"Di çalakiya ku bi banga Komîteya Hefteya Rûmetê ya Edeneyê hat lidarxistin de bi dehan hevalên me bi îşkenceyê hatin desteserkirin. Dema ku min hewl da pêşî li îşkenceyê bigirim, tevî ku min got ez parlamenter im destê min ji piştê ve kelemçe kirin û ez desteserkirim. Dema min Destûra Bingehîn bi bîra wan xist, gotin me weha ferman girtin û ez derp kirim.
"Em ji bo rapora derpkirinê bigirin diçin tiba edlî. Ger ew guh nedin destûr û yasayan jî em ê heta dawiyê maf û hiqûqê biparêzin."
Koca pişt re ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê rapora lêdanê wergirt.
18 kesên hatibûn desteserkirin piştî îfadeyên xwe li emniyete dane di saetên şevê de hatine berdan.
(TY/AY)