Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dadgehê biryara girtina parlamentera HDPyê, Dîrayet Dîlan Taşdemîrê dabû. Polîsan Taşdemîr desteser kir.
Taşdemîr li ser rêya Bazidê hatiye girtin. Ew ê ji bo xebatên pêkanîna şahiya Newrozê biçûya wê derê.
Dîrayet Dîlan Taşdemîr kî ye?
Di sala 1982yê de hatiye dinê. Wê li Zanîngeha Mêrsînê beşên civaknasî û arkeolojiyê xwendiye. Di asta navîn de Almanî dizane. Gelek xebatên li ser jinan bi rê ve biriye.(NV/MB)