Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Polîsan Asoc. Prof.Dr. Fatîh Gûrsul desteser kir. Gûrsul şêwirmendê berê yê Kemal Kiliçdaroglûyê serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) bû.
Serdozgeriya Stenbolê ji bo lêpirsîna “Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir/Sazbûna Dewleta Paralel (FETO/PDY)” Gûrsul daye desteserkirin.
Tê îdiakirin ku Gûrsulî bernameya peywendîdana bi şîfreyan a Bylockê bi kar aniye.
Fatih Gursul kî ye?
Di navbera 2000-2009an de li Zanîngeha Haccetepeyê di beşa Toknolojiyên Komputerê de weke lêkolîner xebitiye. Di serdema 26. de bû namezetê CHPê û li Xarpêtê weke parlementer hat bijartin.
Piştî îlankirina KHKan ji wezîfeya xwe ya li Zanîngeha Stenbolê hat îxrackirin.
Endamê Rêveberiya Şîrketa Leadership, Research & Consulting (LRC)ê ye. Her wiha serokê Weqfa Mirov, Civak û Teknolojiyê ye.
Zewicî ye û 2 zarokên wî hene.
(ÇT/MB/YO)